Rojava News: Cîgirê emîdê kolêca wêjeyê li parêzgeha Hesekê, akamseynê kurd Ferîd Seidûn ku ji Başûrê Kurdistanê vedigeriya, li bajarê Qamişlo hat revandin.
Hatiye zanîn, çekdaran ew akadîmseynê Kurd ber bi cihekî nediyar ve birine û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Li gor nuçeya Rûdawê, Kesên Dr. Ferîd revandine, bi zimanê erebî dipeyivîn û siwarî otombîleke spî bibûn, herwiha berî ku wî birevin, pirsa mala wî ji dikandaran dikirin.
Dr. Ferdî berî niha çend caran bi rêya telefona bavê wî re gefa girtinê ji aliyê kesên nediyar ve lê hatibû xwarin.
Ferîd Seidûn di 6ê vê mehê de mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê bû û derbarê xirabiya rewşa siyasî û aborî ya Rojavayê Kurdistanê de hişyarî dabû.