Rojava news: Li paytaxta Herêma Kurdistanê Hewlêrê saet 17:50yê êrişekê bi bombeyan hat kirin.
li pêş kafeterya Nellyê ku nêzîkî avahiya Konsulxaneya Amerîkayê ye, xwekujekî, bi otombilekê Honday Sonata xwe teqand.
Rêvebirê Asayişa Ankawayê Celal Habîb piştrast kir kû teqîn bi otomobilekê bomkerî hat pêkanîn û mirî û birîndar hene.
Di encama teqînê de 2 sivîlan ku ji Bakurê Kurdistanê ne jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Rayêdarên Konsulxaneya Amêrikayê jî daxuyandin ku ti zerar ne gihîştin karmendên wan.
Hat gotîn muşteriyên kafeya Nellyê piranî welatiyên Tirkiyeyê û biyanî ne.
Lêkolîn bo girtina tawanbaran berdewam dike.
Rêxistina DAIŞê li ser Twitterê ev êriş li xwe girt.