Print this page

Pêşmerge çend gundên Kerkûkê rizgar dikin

Rojava News: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çend gundên din ên Kerkûkê ji dest çekdarên DAIŞê rizgar dikin, li ser pêşdeçûnên xwe jî berdewamin.

 

Rêvebirê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir di daxuyaniyekê de îro, 18ê Nîsanê, ragihand ku, serê sibeha îro wan ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operasyonekê li eniya Cidîdiye li başûrê-rojavayê Kerûkê kirine.

 

Serhed Qadir diyar kir ku, hêzên polîs û Pêşmerge berdewamin li ser pêşdeçûnên xwe ji bo azadkirina gundên li wê eniyê.

 

Derbarê navçeyên ku heta niha ji dest çekdarên rêxitisna Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) hatine rizgarkirin de, Qadir got: “Heta niha gundê Til Ehmed û hêla tirênê ya navbera Beşîr û Ozêr hatine rizgarkirin û ziyaneke mezin jî gehiştiye çekdaran.”

 

Navborî amaje kir jî ku, firokeyên hevpeymanan di wê operasyonê de beşdarin û pêgehên çekdaran bi tundî bombebaran dikin.