Print this page

Herdu şehîdên teqînê ji Bakurê Kurdistanê bûn

Rojava News: Di teqîna duhî ya li nahiyeya Enkawa ya Hewlêrê de, 2 kes şehîd bûn ew jî ji Bakurê Kurdistanê bûn.

Duhî teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkayê li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 8ê din jî birîndar bûn.

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di teqîna duh a li Hewlêrê de 2 welatiyên ji Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û dest bi tesbît kirina nasnameya wan kirine. Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku 5 welatî jî birîndar bûne û berpisên konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê li nexweşxaneyê serdana wan kirine.

Piştî teqînê 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Sadettîn Şan û Bûlent Onen nema xuyakirin, lê îro diyar bû ku ew herdu kesên ku şehîd bûne, ew herdu kes in.

Sadettîn Şan û Bûlent Onen xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bûn û li Başûrê Kurdistanê kar dikirin.

Malbatên wan ji Bakur hatine û dê termên wan bi xwe re bibin û li nexweşxaneya Amedê jî DNA ji wan re çêkin da ku ji wan piştrast bibin.

Ji ber şewata termên wan, zû diyar nebû ku ew herdu kesên şehîd ew in.