Print this page

Sefîn Dizeyî: Axaftina Kalkan dijî îradeya xelkê Kurdistanê ye û nayên qebûlkirin

Rojava News: Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî axaftina Endamê Komiteya PKKê Duran Kalkan weke axaftineke ne di cîh de û bê berpirsane nirxand.

 

Sefîn Dizeyî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê axaftina Kalkan weke axaftineke bê berpirsane bi nav kir û wiha got: “Di axaftina Kalkan de kîn heye û li dijî îradeya xelkê Herêma Kurdistanê ye ku bi hezaran di doza wê de şehîd bûn û niha bi xwîna xwe bergiriyê lê dikin.”

 

Dizeyî her wiha anî ziman, Herêma Kurdistanê nimûneya pêkvejiyanê ye û hemû pêkhateyên netewî û olî xwe di nava wê sîstemê de dibînin.

 

Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, ew bi tu awahî wan cure axaftinan qebûl nakin û ew tenê kîn û nefreta xwediyê wan gotinan tînin ziman û ji bîlî wê ne tiştekî din e.

 

Serkirdeyê PKKê Duran Kalkan ji kanala MED NÛÇEyê re gotibû, li Başûrê Kurdistanê dîktatoriyeta navendî heye û divê Başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê neyê îdarekirin û Şingal, Dihok, Silêmanî, Germiyan û cihên din her yek ji wan îdareyeke wê ya taybet hebe.