Rojava News: Hêzên Pêşmerge êrişeke DAIŞê li ser gundên Uzêriye û Etşaneyê pûç kirin û di wê êrişê de DAIŞ 15 kuştî da.
Berpirsê Hêza 70 ya Hêzên Pêşmerge, Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand: “Şevê din, çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê, ji çend aliyan ve, êrişeke berfireh kirin ser çeperên Pêşmerge û piştî şerekî 3 seatî êrişa wan bi temamî hat têkbirin.”
Di wê êrişê de bêtirî 15 çekdarên wan hatin kuştin, ku termê 6 kesan ji wan li cihê şer ma. Herwiha efserî Pêşmerge şehîd bû û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Ew navçeyên ku DAIŞê êrişî wê kir dikevin sînorê qezaya Daquqê li başûrê Kerkûkê, ku beriya 2 rojan di operasyoneke berfireh de ketin destê Pêşmerge de.