Rojava News: Desteya Çavdêrîkirina Binpêkirinan a Navenda Berçav li Kobanê ragihand ew pişgiriyê didin biryara xelkê bajêr ku naxwazin li ser erdê wan muzexaneyek were çêkirin.
Desteya Çavdêrîkirina Binpêkirinan a Navenda Berçav li Kobanê, derbarê çêkirina beşeke mezin ji bajarê Kobanê weke mûzexane, daxuyaniyek belav kir û got ew piştgirya xelkê Kobanê dikin û daxwaz kir rêveberiya Kobanê milkên xelkê biparêze.
Herwiha desteya Çavdêriyê ya Berçav bang li Komîteya Amadekar a Nûavakirina Kobanê li Amedê kir ku ew mûzexaneya Rêveberiya Xweser li Kobanê behsa wê dike, red bike.
Li aliyekî din ve jî, Encûmena Eşîret û Rûspiyên Kobanî jî daxuyaniyek derbarê vê mijare de da û got baştir e ku tenê çargoşeya ewlekariyê li Kobanî bibe mûzexane li şûna ku ji sedî 30ê bajêr bibe mûzexane.
Li Kobanî 3yê Nîsana îsal nûnerên partî û saziyan, civînek pêkanî bû. Piştî wê civînê Rêveberiya Kantona Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê biryar dabû 3 herêmên bajêr wek mûze bimîne.