Print this page

Şerekî giran li Tileferê rû dide

Rojava News: Çekdarên rêxistina DAIŞê serê vê sibehê li eniya Lyaziye li bakurê Teleferê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin û heta vê gavê jî şerekî giran diqewime.

 

Çakvaniyekê ji Hêzên Pêşmerge li eniya Lyaziye ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê serê vê sibehê ji nahyeya Lyaziye ya ser navçeya Teleferê êrişî çeperên Pêşmerge li gundên Sehil Elmalih kirin.”

 

Çavkniyê wiha got: “Di encama êrişê de şerekî giran navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de diqewime û heta niha ew şerê ku hemû cureyên çekan tê de tên bikaranîn li gundê Sehil Elmalih berdewam dike.”

 

Bi gotina çavkaniya Pêşmerge, balafirên hevpeymaniya navdewletî heta niha ti roleke wan di şerê li eniya Lyaziye de tine ye.

 

Heman çavkaniyê herwiha bal kişand ku ji ber ku şer berdewam dike, heta niha ziyan nehatine naskirin.