Rojava News: Ji destpêka krîza Sûriyê ve “500” xortên kurd tevlî DAIŞê bûne, bêhtir ji nîvê wan jî hatine kuştin.
Rêveberê Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqişbednî di daxuyaniyekê de îro, 21ê Nîsanê, ji heftenameya Bas re ragihand ku “Heta niha 250 xortên kurd ji Başûrê Kurdistanê di nava DAIŞê de hatine kuştin, 5 xort jî poşman bûne û vegeriyan e Başûrê Kurdistanê û ji aliyê asayişê ve lêkolîn ligel wan hatine kirin.”
Merîwan Neqişbendî diyar kir ku, heta niha “500” xortên Başûrê Kurdistanê tevlî DAIŞê bûne “Ji wan 100 li Sûriyê ne û 100 ji wan jî ji Sûriyê vegeriyan e Iraqê û li Mûsil û derdora wê di nav rêzên DAIŞê de ne.”
Li gor wan zanyariyên ku dezgehên ewlekarî dayîne Wezareta Ewqaf, ew kesên ku çûne nav DAIŞê, xwedan pêgeh û astên cûda yên xwendinê ne wek: Xwendekarên zanîngehê, mela, nexwenekar û karker jî di nav wan de hene, praniya wan j helgirên hizrek tundrewî bûn.