Print this page

Barzanî: Ti tiştek nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigire

Rojava News: Barzanî tekez dike ku, pirsa serxwebûna Kurdistanê “riya xwe” berdewam dike û tu bûyer û karesatek jî nikare “rêgiriyê” lê bike.

Di hevpeyvînekê ligel beşa farisî ya televîzyona Dengê Amerîka de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, pirsa serxwebûna Kurdistanê tiştekî asayî ye û ew pirs tenê bi rêya “lihevtêgehiştin û danûstandinê” tê çareserkirin, ne bi rêya “şer”.

Barzanî di wê hevpeyvînê de balkişandiye ser serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Kurdistanê û gotiye “Ew serdan tiştek erênî bû û bandora wê li ser peywendiyên Bexda-Hewlêrê dibe, lê nabe çaverêyî wê yekê bin ku arîşeyên ji sala 2003an ve serî hildane, di vê serdanê de bên çarserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir jî ku, arîşeyên Bexda û Hewlêr li ser pirsên siyasî û aborî ne, ji bo wê mebestê jî her du aliyan biryar li ser pêkanaîn komîteyekê ji bo gotûbêjkirina wan arîşeyan, dane.

Barzanî amaje bi şerê li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) û proseya çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê û diyar kiriye ku, mayîna DAIŞ di Mûsilê de mestiriyê dixe ser Herêma Kurdisanê û şikandina wê li wî bajarî di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.

Derbarê hêzên ku dê beşdarî azadkirina Mûsilê bibin, Barzanî diyar kir ku, dê Îran beşdarî wî şerî neke û ew li ser vê pirsê ligel Bexdayê rêkeftine.