Rojava News: Li 40 kîlometreyan dûrî Kobanî li nahiya Sirrînê di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê de pevçûn didomin.
Hat ragihandin şervanên Kurd ketin nav nahiya Sirrîn yê 40 kîlometreyan dûrî başûrê bajarê Kobanî.
Li gor zanyariyan gellek çekdarên DAIŞê hatine kuştin lê hêj tevahiya nahiyê ne hatiye kontrolkirin.
Li nahiyê xelkên ereb û kurd dijîn û ew li wê derê çekdarên DAIŞê naxwazin û di demeke kurt de nahiyê dê were kontrolkirin.
Hat zanin ji ber pevçûnan sivîl ji herêmê direvin.
Nahiya Sirrîn di navbera Reqa û Helebê de ye û ji ber vê yekê heremek stratejîk e.
Meha Îlona par piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Kobanî kir, nêzîkî 400 hezar kes ji bajar û gundan penaberî navçeya Pirsûs a (Suruç) girêdayî Rihayê, bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê bûn.
Piştî 26ê Çileyê bajarê Kobanî bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ji aliyê şervanên YPG û YPJê ve hatibû rizgarkirin. Piştre jî piraniya gundên Kobanî hatin kontrolkirin.