Print this page

Rojnamevan îro çil rojiya Ciwan Mîranî lidar dixin

Rojava News: Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriye wê îro çil rojiya neqîbê Sendîkayê Ciwan Mîranî li bajarê Hewlêrê lidar bixe.

 

Wê sendîkayê ragihand: “Nemir Mîranî di demekê de koç kir, ku pêwîstiya sendîkayê bi karê wî hebû, ji bo pêşxistina sendîkayê û berevaniya di ber mafên rojnamevanan de.”

 

Ciwan Mîranî, sala 1971ê li bajarê Dêrikê yê Rojava ji dayîk bibû û piştî Raperîna 1991ê derbasî Başûrê Kurdistanê bibû.

 

Ciwan Mîranî destpêkê di rojnameya Newrozê de kar kir û bû endamê Desteya Nivîskarên melbenda Dihokê ya Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK).

 

Mîranî piştî ku PASOK û Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûn yek û tevlî PDKê bûn, di medyaya PDKê de karê xwe domand û heta roja ku jiyana xwe ji dest da jî endamê Desteya Nivîskarên kovara El Rey El Axir bû.

 

Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê sala 2013ê hat avakirin û Ciwan Mîranî wek yekemîn sekreterê sendîkayê hat hilbijartin.