Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke Îranî kir û di wê hevdîtinê de behsa tikiliyên navbera Îran û Kurdistanê û bihêztir kirina tikiliyên han jî hate kirin û tekez li ser baştir parastina deverên sînorî hate kirin.
Di hevdîtinê de ku hijmareke rayedarên Îranî, Kurd û Îraqî jê tê de amade bûn, heyeta mêwan jiber afirandina derfeta hevdîtina han spasiya Serokwezîrê Kurdistanê kir û pişt re derbarê rewşa deriyên sînor û navçeyên sînorî bi giştî zaniyariyên berfire pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê kir.
Her di hevdîtina han de behsa tikiliyên navbera Îran û Kurdistanê û bihêztirkirina tikiliyên han jî hate kirin û tekez li ser baştir parastina deverên sînorî hate kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya heyeta Îranî kir û behsa tikiliyên dîrokî û kevnar yên di navbera Kurdistan û Îranê de kir û tikiliyên han bi baş û girîng wesif kir