Rojava News: Çavkaniyekê ji nav Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand ku, Îro 22 Nîsanê çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê pira girîng di navbera Kerkûk û Mûsilê de teqandin.
Herwiha wê çavkaniyê ji ajansa (dpa) re tekez kir ku: “çekdarên DAIŞê Pira Selamiye ji tirsa ku hêzên Pêşmerge di riya wê pirê re bêşve herin ber bi Mûsilê ve ew teqandin”
Ji aliyekî di ve amaje bi wê yekê kir ku, pira Selamiye Kerkûk û Mûsilê bi heve girêdide û ji pireyên girînge ji bo gihandina bajarê Mûsilê.
Ji demekê hat demek din DAIŞê pireyên girîng di teqîne da ku bajarê Mûsilê ji parêzghên Iraqê û Herêma Kurdistanê qut bike, bitaybet her ku behsa nêzîkbûna şerê azadkirina Mûsilê dibe.