Rojava News: Çeteyên DAIŞê pêşmergeyekî dîl şehîd kirin û vîdyoya wî di torên civakî de belav kirin.
Şeva borî çeteyên çeteyên DAIŞê pêşmergeyekî dîl şehîd kirin û vîdyoya wî di belav kirin. Li gor agahdariyan ew pêşmerge ji aliyê çeteyeke DAIŞê yê kurd ve hatiye şehîd kirin. Tê gotin ku navê wî pêşmergeyî Îbrahîm Selah Mihemed Hisêne û ji navçeya Quştepe ya girêdayî Hewlêrê ye. Ew pêşmerge di şerê Hebaniye de dîl hatibû girtin.
Ew pêşmerge girêdayî wezareta pêşmergeyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Yekemîn pêşmergeyê bi awayekî hov ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatî şehîd kirin, navê wî Hûcam Sûrçî bû û 25ê Çileya 2015an ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû şehîd kirin. Heta niha 5 pêşmerge bi awayekî hov ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatine serjê kirin. Piraniya pêşmergeyên tên şehîd kirin, ji aliyê çeteyên kurd ên di nava DAIŞê de tên şehîd kirin.