Print this page

Li Kobanê şerên dijwar berdewame

Rojava News: Li nêzî pira Qerqozaq û gundê Dîkan ê Sirînê ku li başûrê Kobanê dikevin di navbera hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

 

Îro saet di 07.00’an de komên çete yên DAIŞ’ê li derdora pira Qereqozaq a başûrê Kobanê êrîşî pêk anîn, li ser vê yekê hêzên Kurd  û Burkan El-Firat bersiv dan. Di encamê de şerê dijwar derket. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne.

 

Li aliyê din jî hêzên Kurd û Burkan El-Firat şevê di çarçoveya opersyona tolhildana şehîdên gundê Girik li gundê Dîkan a nêzî bajarokê Sirînê ya 55 kîlometrî başûrê Kobanê dikeve çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de li derdora gund şer derke. Şerê li vê herêmê jî hîn didome.