Rojava News: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gihişte Kobanî û wê 70 ton ard li ser xelkê belav bike.
Berpirsê Dosya Penaberan di Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de Rewac Hacî ji Kobanî ji Rûdawê re got, îro 70 ton ard birinê Kobanî û dê li xelkê bajêr belav bikin.
Rewac Hacî diyar kir, ewê alîkariya firinên Kobanî bikin dê hewl bidin ku ew firin nan bê pere bidin xelkê.
Herwiha Hacî destnîşan kir, eger rêveberiya Kobanî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li hev bikin, dê dezge 2 firinan li Kobanî veke, yek li nava bajêr be û yek jî li derveyî bajêr.