Print this page

Biryar ji bo pêşmergeyên li Kobanê û yên nû herin nehatiye dayîn

Rojava News: Sekreterê giştî yê wezareta pêşmergeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer diyar kir ku wan hê jî biryar ji bo şandina hêzek din a pêşmergeyan ji bo Kobanê nedane.

Yawer got; “Karwanê çarem yê hêzên pêşmergeyan ku ev 55 roje li Kobanê ne, bi biryara wezareta pêşmergeyan wê vegerin.”

 

Cebar Yawer di derbarê şandina komek din a pêşmergeyan ji bo Kobanê jî wiha got: “Heya niha li wezaretê li ser vê yekê tu biryar nehatiye dayîn û ev pirs peywendiya xwe bi wezaretê ve heye. Çi dema hêzek din biçe yan jî neçe, emê agahdarî bidin.”

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî berxwedana Hêzên li Kobanê biryar da ku hêzek ji bo piştgiriya şervanan bişîne Kobanê. Heya niha çar hêzên pêşmergeyan li Kobanê hatine guhertin.

 

Di van rojên dawiyê de nûçeyên şandin û hatina pêşmergeyan ji bo Kobanê di rojeva başûrê Kurdistanê de cihek berfireh digirin.