Rojava news: Yekîtiya Ewropayê li ser daxwazeke Serok Barzanî razîbû ku Nûnerê Herêma Kurdistanê li Ewropayê di civînên wan de û di hemû astan de, beşdar be.
Piştî îmzekirina rêkeftina hevkarî û hevalbendiyê di navbera Yekîtiya Ewropa û Herêma Iraqê li sala 2012an de û bi bê amajedan bi navê Herêma Kurdistanê û bi bê beşdariya nûnerê Hikûmeta Herêmê, di vê bareyê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa ragihand: “Piştî gotûnêjkirina vê mijarê ligel berpirsên Ewropayê ji aliyê Serok Barzanî ve, ku Nûnerê Herêma Kurdistanê li Ewropayê di civînên wan de û di hemû astan de, beşdar bibe. Yekîtiya Ewropa li ser wê daxwazê biryar da ku Hikûmeta Kurdistanê bi rêya nûnerê xwe li Ewropayê beşdarî civînên navbera hemû astên pispor û komîte û wezîran de bibe.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Delawer Ajgeyî wiha got: “Bêguman ev serkeftineke din e ji kurdan re ji aliyê deplomatîk de, li cîhanê.”