Print this page

UNICEF li Dêrikê zarokan derzî dike

 

Rojava News:  Di vê dema dawî de, ku gelek êş û nexweşî belav bûne, bi taybetî di nav zarokan de, herweha kêmbûna derman û planên tendirustiyê, ji bo vê yekê jî rêxistina UNICEFê bi alîkariya Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê dest bi kampaniyeke derzîkirina zarokan kir.

 

Biryar e 38 hezar zarok li bajarê Dêrikê û gundewarê wê bên derzîkirin.

 

Herweha UNICEF diyar kir ku nêzîkî 20 hezar derziyên nexweşiya sorikan û 8 hezar derziyên êşên din jî gihştine Dêrikê.