Rojava News: Rêxistina DAIŞê hêzên xwe li başûrê Hesekê ji aliyê rojhelat û rojava ve kom dike û dixwaze Hesekê dorpêç bike û ji wan navçeyan jî êrişî Hêzên Hikûmeta Sûriyê û YPG dike, lê herdu xwe ji êrişa wan re amade dikin.
Hinek zanyarî hene behsa wê yekê dikin ku YPGê û hêzên Hikûmeta Sûrîyê amadekariyan dikin ji bo ku operasyoneke hevbeş li başûrê rojavayê bajarê Hesekê pêk bînin.
Li gor zanyariyan artêşa rejîma Sûriyê bi dehan ji topên xwe ji bajarê Qamişlo şandin bajarê Hesekê û gotinek heye ku ewê wan topan li rêbendên hikûmetê li başûrê Hesekê bêne danîn, ji bo ku hêzên DAIŞê li başûrê Hesekê û bi taybet li fewcê Mêlebiyê topbaran bikin.
DAIŞ jî hêzên xwe li başûrê Hesekê ji aliyê rojhelat û rojava ve kom dike û dixwaze Hesekê dorpêç bike û ji wan navçeyan jî êrişî Hêzên Hikûmetê û YPG dike û zaniyariyên dawî dibêjin ku DAIŞê di êrişa xwe ya dawî de navçeya Risafe ya ku 5 km dûrî başûrê Hesekê ye kontrol kiriye.
Ji aliyê xwe ve hêzên asayişê di daxuyaniyekê de bang li welatiyên nêzîkî navçeyên şer kir ku ji malên xwe dernekevin ji bo ku rokêtên hawin bi ser wan de nekevin, herweha asayişê diyar kir ku ew di wan şer û pevçûnan de ne beşdar in û hêza wan bi temamî li eniya Xabûrê bicî dibe.