Print this page

Li Mexmûrê 37 DAIŞî hatin kuştin

Rojava News: Balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî li nêzîkê Mexmûrê di encma êrişêke de ji wan 1 emîr 37 çekdarên rêxistina DAIŞê kuştin.

 

Fermandarê Eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî di derbarê vê yekê de got;  îşev seat 19:30ê balafirên şerî yên hevpeymaniya nawdewletî li Deşta Qeracê êrişek a DAIŞê têkbir.

 

Sîrwan Barzanî derbarê zererên ku gihane DAIŞê de got 37 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û herwiha pêşmergeyan dest danîn ser çekên wan çekdaran.

 

Barzanî da zanîn berpirsê DAIŞê yê li wê navçeyê Hesen Seqlawî jî hat kuştin.