Print this page

Leşkerên Tirk yên ser sînor 70 welatiyên Efrînê girtin

Rojava News: Leşkerên artêşa Tirk şivanekî ji herêma Efrînê gulebaran kirin. Di encamê de miyeke wî mir. Her wiha 70 welatiyên herêmê girtin.

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê duh şivanekî ji gundê Şîltehtê yê navçeya Şera ya Efrînê yê bi navê Hemîd Ismet Elo (32) gulebaran kirin. Di encamê de Elo birîndar bû û miyeke wî jî mir.

Di heman çarçoveyê de leşkeran welatiyekî ji gundê Mille Xelîla yê girêdayî navçeya Cindirêsê yê bi navê Mihemed Henan dema ku pezê xwe diçêrand, gulebaran kirin. Di encamê de miyeke wî mir û 2’yên din jî birîndar bûn.

Li aliye din jî leşkeran ciwanek dema dixwest sînor derbas bike girtin û bi awayekî hovane îşkence lê kirin. Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku leşkeran li herêma Deşta Hecî Mizefer a li rojavayê gundê Merwaniyyê yê navçeya Şiyê 70 welatiyên ji Rojava dema dixwestin sînor derbas bikin girtin.