Rojava News: Welatiyekî Kurd li Mehabada rojhilatê Kurdistanê ku jêr navê xeza û koçberî (cîhad û hîcret) tevlî rêxistina teror a DAÎŞ`ê bibû, di şer û pevçûnekî de hat kuştin.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, hemwelatiyekî Mehabadî ku demek bû tevlî Dewleta Îslamiya Îraq û Şam (DAÎŞ) bibû, roja şemî 25`ê nîsanê di pevçûneke leşkerî ya wê rêxistinê li gel hêzên Kurdî de, hat kuştin.
Li gor nuça Kurdpayê nasnameya wî Kurdê DAÎŞ`î, Têyfî Şerîfî kurê Rehmana ew di taxa Berî Şîlana Mehabadê rûdinişt.
Gorî raportên bidest ketî ne hejmara Kurdên rojhilatê Kurdistanê yên çûnê nav DAÎŞ`ê, zêdeyî 100 kesî hatiye ragihandin ku piraniya wan ji Mehabad, Seqiz, Ciwanro, Bokan û Merîwan tevlî wê rêxistina terorîstî bûne. Heya niha zêdeyî 40 kes ji wan Kurdên DAÎŞ`î hatine kuşt in.