Rojava News: Tirkmen piştgiriyê didin, dirêjkirina maweya wezîfeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî.
Parlementerê Eniya Tirkmena yê Iraqê Aydin Marûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Di vê serdema ku hê pirsgirêka DAİŞê berdewam dike de, Barzaniyê ku ji hêla siyasî û leşkerî ve xwedî tecrubeye, divê li ser wezîfeyê be. Dirêjkirina maweya wezîfeya Barzanî di vê serdemê de girîng e. Li gor me divê di serdemekî wiha de Barzanî dest ji wezîfeyê neke."
Parlementerê Listeya Guherînê ya Tirkmena ya Iraqê Mihemmed Îlhanli jî got: "Tirkmen dixwazin Barzanî li ser wezîfeyê bimîne. Serokê ku herî zêdê nêzî Tirkmenan e Mesûd Barzanî ye. Ji bo vê yekê dixwazin Barzanî cardin bibe Serok."
Parlementoya Herêma Kurdistanêji 111 parlementeran pêk tê. PDK bi 38, Goran bi 24, YNK bi 18, Yekgirto bi 10, Komele jî bi 6 kursiyan li Parlementoyê tên temsîlkirin. Kursiyên din jî ji partiyên piçûk û kêmneteweyên li herêmê re hatine terxankirin.