Rojava News: Karwanê çarem ê Hêzên Pêşmerge li Kobanî, piştî ku derbasî Bakurê Kurdistanê bûn niha ji Balafirgeha Rihayê ber bi Başûrê Kurdistanê ve birê ketin.
Karwanê çarem ê Hêzên Pêşmerge ku ev 7 meh bûn li bajarê Kobanî bûn û bi piştgiriya wan tevahiya wî bajarî û piraniya gundên derdora wê ji destê DAIŞê hatin derxistin, ji Balafirgeha Rihayê ber bi Başûrê Kurdistanê ve birê ketin.
Hat zanîn ku, 12 Pêşmerge ji wan li navçeya Pirsûsê mane, da ku îro bi şev otomobîlên leşkerî yên ku ligel xwe birbûn Kobanî, bi rêya Bakurê Kurdistanê, vegerînin.
Herwiha piştî vegera vê karwanê, ti karwanên din naçe Kobanî.
Heta niha 4 karwanên Hêzên Pêşmerge çûbûn Kobanî û di şerê li dijî çekdarên DAIŞê li Kobanî de pêşmergeyek şehîd bibû û tenê çend Pêşmerge jî birîndar bibûn.
Karwana yekem ya Hêza Pêşmerge di 28ê Cotmeha sala 2014an li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi razîbûna Parlamentoya Kurdistanê çûbû Kobanî.
Piştî 35 rojan, ew karwan vegeriya û karwana duyem di 3yê Kanûna borî de çû wî bajarê Rojavayê Kurdistanê. Karwana sêyem ya Hêzên Pêşmerge di 15ê Çileya 2015 ber bi Kobanî ve birê ketibû.