Print this page

PDKê bersiva Kalkan da: ti namzedên me di lîsteya AK Partiyê de nîne

Rojava News: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva gotina Endamê Komîteya PKKê Duran Kalkan a “Gelek PDKeyî di lîsteya AKPê de namzet hatin nîşandan" da.

 

Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî Ehmed Kanî got: “Gotinên wî ji rastiyê gellekî dûr in. Ji xeynî pêwendiyên cirantiyê ti pêwendiyên me ligel partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re nîne.”

 

Kanî anî ziman pêwendiyên PDKê ligel partiyên Tirkiyeyê baş in û wiha domand: “Lê ti namzedên me di lîsteya AK Partiyê de nîne. Ji dûr û nêzîk ve ti eleqeyên me nîne.”

 

 Duran Kalkan di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de wiha gotibû:

 

 “AKPê bi hemû hêza xwe êrîşî HDPê dike. PDK jî rageşî û aloziyeke bi heman rengî diafirîne. Bi dîtina me ev yek lîstikeke AKPê ye û pêwendiya xwe bi bûyerên rojane yên siyasetê ve hene. Ji ber vê yekê divê PDK bêhtir vekirî û hay ji xwe hebe. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bi AKPê re di nava tifaqê de ne. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de destekê didin AKPê. Gelek PDKeyî di lîsteya AKPê de namzet hatin nîşandan.”