Rojava News: Karwanê çarem ê Hêzên Pêşmerge li Kobanî, piştî ku derbasî Bakurê Kurdistanê bûn ji Balafirgeha Rihayê ber bi Başûrê Kurdistanê ve birê ketin û niha gihîştin Balafirgeha Hewlêrê.
Karwanê çarem ê Hêzên Pêşmerge ku ev 7 meh bûn li bajarê Kobanî bûn û bi piştgiriya wan tevahiya wî bajarî û piraniya gundên derdora wê ji destê DAIŞê hatin derxistin, ji Balafirgeha Rihayê ber bi Başûrê Kurdistanê ve birê ketin.
Hat zanîn ku, 12 Pêşmerge ji wan li navçeya Pirsûsê mane, da ku îro bi şev otomobîlên leşkerî yên ku ligel xwe birbûn Kobanî, bi rêya Bakurê Kurdistanê, vegerînin.
Herwiha piştî vegera vê karwanê, ti karwanên din naçe Kobanî.