Rojava News: DAIŞê komek çekdarên xwe yên biyanî, bi hêceta ku gotine “kurd kafir nînin” komkuj kir.
18 çekdarên DAIŞê ku hemû Pakistanî bûn, ji eniya şer reviyabûn lê 16 ji wan li ser sînorê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin, ew çekdar îro li Mûsilê hatin komkujkirin.
Li ser sedema reva wan çekdaran jî wî jêderî got, dema ew tevlî DAIŞê bibûn ji wan re hatibû gotin ku “kurd kafir in û peyayên Îsraîl in” ji ber wê jî qebûl kiribû ku şerê kurdan bikin.
lê dema ew çekdar li devera Kerkûkê li nav gundên kurdan de dibînin mizgeft hene û pêşmergeyên dîl nimêj dikin û dema ji aliyê DAIŞê ve tên şehîdkirin jî Şehadetê tînin, dizanin ku kurd ne kafir in lewma êdî naxwazin şerê kurdan bikin û dixwazin vegerin welatê xwe, tenê 2 ji wan rizgar dibin yên din hemû tên girtin û komkujkirin.