Print this page

Almanya çek û otombîl ji Pêşmerge re şand

Rojava News: Artêşa Almanyayê eşkere kir ku 70 ton çek û keresteyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re şandiye û dê di nav çend hefteyên din de dîsa bişîne.

 

Li gorî malpera fermî ya Artêşa Almanyayê, di çarçoveya alîkarîkirina hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de balafirk tijî çek û keresteyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê re hatiye şandin.

 

Di nûçeyê de hatiye gotin ku ew çek û cebilxane destpêkê bo Bexdayê hatine şandin û ji wir jî bo Hewlêrê hatine veguhestin. Li gorî rêkeftina navbera Bexda û Wezareta Pêşmerge, ew çek û keresteyên leşkerî radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin.