Print this page

Li Hesekê 65 çekdar hatin kuştin

Rojava News: Di encama şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Kurd  û çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Hesekê de, 65 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Li gor zanyariyan çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh bi çekên giran û tankan kirin ser navçeya di navbera bajarokê Til Temir û bajarê Hesekê de û di encamê de şerekî giran di navbera wan û hêzên Kurd  de derket.”

Çekdarên DAIŞê gundên Til Cidaye, Til Fiwêde, Til Rûman, Til Demşîd û Siyad kirin armanca xwe, lê şervanan karîn wan ji gundê Til Fiwêdeyê derxînin.

Şervanên kurd êrişî cihekî li nêzîkî Til Fiwêdeyê kirin ku di destê DAIŞê de bû û destê xwe danîn ser. Di wê êrişê de 38 çekdar hatin kuştin, ku 21 termên wan li cihê şer man.

Çekdarên DAIŞê bi 4 otomobîlan êrişî gundê Til Rûmane jî kirin, lê şervanên kurd bersiva wan dan û 27 kes ji wan kuştin.

Di encama wan pevçûnan de, 12 şervanên Kurd şehîd bûn.

Tê zanîn ku ev demeke êrişên DAIŞê li başûr û bakurê rojavayê Hesekê berdewam dikin.