Rojava News: Biryare roja Yekşema bê, 3 Gulanê, bê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser vexwendineke fermî ji Serokê Amerîka Barack Obama, serdama wî welatî bike.
Derbarê hevdîtinên ku dê Barzanî li Washingtonê pêk bîne, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Mari Harf ragihand ku, Barzanî dê ligel Barack Obama, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Toni Blinken bicive.
Mari Harf di konferensekî rojnamevanî de ragihand ku, ew li hêviyê ne ku Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ligel roja Yekşema bê li Washingtonê be.
Derbarê naveroka civînan de jî, Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka aşkere kir ku, di civînan de wê alîkariya ku welatê wê dide Herêma Kurdistanê bê nirxandin.
Berî niha jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihandibû ku, pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê dê yek ji dosyeyên serdana Barzanî ya Amerîkayê be, tevî pirsên şerê li dijî DAIŞê, alîkariya Pêşmergeyan û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê