Rojava News: Ji herçar perçeyên Kurdistanê piraniya firaksiyon û partiyên kurdan di Konferansa Jinûveavakirina Kobaniyê de li Amedê civiyan. Konferans dê 2 rojan berdewam bike û ji bo avakirina bajarekî nû li rêyên çareseriyê bigerin. Hemû axaftvanên konferansê xwestin kurd bi yek helwestê bajarê Kobanî ku ji ber êrişên DAIŞ'ê kavil bûye, ji nû ve ava bikin. Rêveberên Kantona Kobaniyê jî tam kadro di konferansê de amade bûn.
Konferansa Jinûveavakirina Kobanî bi beşdariya rêveberên Kantona Kobaniyê û endamên perçeyên din ên Kurdistanê û dîasporayê dest pê kir.
Hemû axaftvanan ji kurdan daxwaz kir ku helwesta xwe ya yekitiyê ya di dema şerê li hemberî DAIŞê de ji bo nûavakirina Kobanî jî nîşan bidin.