Print this page

Efrîn..PYDê endamekî PDK-Sê girt

RojavaNews : Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqratîk PYDê endamê Partiya Demuqrata Kurdistana – Sûriyê Abdilwehab Elî girtin.

Abdilwehab Elî ji gundê Şeranê ye yê bi ser Bajarê Efrînê ve.

Rêxistina Şeranê ya Partiya Demuqrata Kurdistana – Sûriyê daxuyaniyek derxist  û rûnivîsek jê giha malpera RojavaNews :

Rêxistina Şeranê ya Partiya Demuqrata Kurdistana – Sûriyê bi tundî girtina endamê xwe şermezar kir û doz berdana wî dikin.

Herweha daxwez ji hemû hêzên niştîmanî û Dîmukratî ên Kurdistanî , û rêxistinên  mafên mirovan kirin ku hemû hevalên wan ên di zindanên PYDê de werin berdan.

Rêxistina Şeranê ya Partiya Demuqrata Kurdistana – Sûriyê li Efrînê