Print this page

Kurd bi 2 şandên cuda tevlî Cenêv 3yê dibin

Rojava News: Hevdîtinên Cenêv 3yê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê sibe li Cenêvê dest pê dikin û kurd jî bi 2 şandên cuda tevlî wan hevdîtinan dibin.

 

Li gor ku Endamê desteya siyasî ya Îtilafa Sûriyê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihandiye  desteya siyasî ya Îtilafê ligel çend kesayetiyên dijbereya Sûriyê dê beşdarî wan hevdîtinan bibin.

 

Elîko got ji kurdên nav Îtilafê, ew û Selah Derwîş dê nûneratiya kurdan bikin û got ku ewê pabendbûna xwe bi rêkeftina ENKSê bi Îtilafê re tekez bikin.

 

Di rêkeftina ENKSê ligel Îtilafê de hatiye ku kurd beşekî sereke ji Sûriyê ne û divê îtirafeke destûrî bi kurdan li Sûriya pêşerojê bê kirin. Herwiha divê siyasetên li dijî kurdan li Sûriyê werin rakirin û navê "Komara Sûriye ya Erebî " bibe "Komara Sûriye".

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê şandeke din jî ji kurdan bi navê Xweseriya Demokratîk ya bi ser PYDê ve dê beşdarî hevdîtinên Cenêv 3yê bibe û dê projeya xwe ya "Demokratîkirina Sûriyê" pêşkêş bike.

 

Hevdîtinên Cenêv 3yê tenê ji bo şêwirandinê ne û têde dê De Mistura ligel aliyên cuda yên Sûriyê re bicive û piştre dê rapora xwe ya dawî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê berî 30 Hezîranê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yegirtî Ban Ki-Moon bike.