Rojava News: Li Hesekê hêzên asayişa PYDê ya ser bi Kantona Cizîrê zêdetirî 20 xort li ser xalên xwe yên kontrolê girtin.
li nava bajêr hêzên asayişa ser bi Cizîrê zêdetirî 20 xort li ser xalên xwe yên kontrolê girtin û ew birin leşkeriya neçar.
Herwiha çavkaniyên taybet li bajarê Serêkaniyê jî diyar kirin, hêzên asayişê Taxa Pîşesazî dorpêçkirin û dest bi girtina bi dehan xortan kirin û ew jî birin leşkeriya neçar.
Hat gotin di dema girtina xortan de, asayişê gule berdan ezmanan û xelk tirsandin, ji bo ku dernekevin xwepêşandanan.
Di nav girtiyên leşkeriya neçar de, Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûrî (PDK –S) Emar Ebdulrehman Bekir jî heye, ku temenê wî 31ê û niha zarokek û jina wî bi tena xwe di nav malê de mane.