Rojava News: Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wê di lihevdîtinên Cenêv 3yê de weke nûnerê kurdan bê vexwendin û beşdar bibe.
Şanderê navdewletî Steffan De Mistura bi fermî qebûl kiriye ku şanda komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê ji bo hevdîtinên Cenêvê bê vexwendin.
Wê şanda ENKSê bi fermî û weke şandeke serbixwe ku nûnertiya kurdên Sûriyê dike ji bo van hevdîtinan bê vexwendin, lê wî diyar kir ku heta niha vexwendin nehatiye şandin û dema hevdîtinê ligel ENKSê ne hatiye destnîşankirin.