Print this page

Barzanî gihîşt Koşka Spî

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşt Koşka Spî.

 

Rêveberê ofîsa Rûdaw li Washingtonê Namo Ebdulla ragihand Mesûd Barzanî ji bo civîna ligel Serokê Amerîka Barack Obama pêk bîne gihîşt Koşka Spî.

 

Ev cara 4ê ye Barzanî ji aliyê Koşka Spî ve tê pêşwazîkirin.

 

Barzanî di derbarê mafê çarenivîsa Kurdan de bi Koşka Spî re dicive û ji Amerîkayê dixwaze di mekanîzma lawazkirina DAIŞê û jinavbirina wê de bilezîne.

 

Ji aliyê din ve saetekê berî civîna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serokê Amerîka Barack Obama re, Berdevkê Koşka Spî Josh Earnest di civîneke rojnamevanî de ragihand ku, Amerîka bi Iraqeke yekgirtî re ye.

 

Josh Erarnest tekez kir ku ev helwesta Amerîka derbarê serxwebûna Kurdistanê ye û helwesta Obama di civîna ligel Barzanî de wê wisa be.

 

 Serdana Barzanî dê 10 rojan bidome û tê pêşbînîkirin ewê serdana hin dewletên Ewrûpa jî bike.

 

Mesûd Barzanî, cara yekemîn weke Serokê Herêma Kurdistanê, sala 2008ê serdana Amerîkayê kir. Wê demê bi Serokê Amerîkayê yê berê Geroge Bush re civiya.

 

Mijara wan civînan li ser aştiya niştîmanî li Iraqê bû bi taybetî piştî pirsgirêk û hevrikiyên di navbera sunne û şîeyan de li Iraqê zêde bibûn.

 

Sala 2009ê û 2012ê jî Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kiribû.