Rojava News: Çekdarên DAIŞê êrîşî sengerên Pêşmerge kirin lê êrîşa wan hat têkşikandin.
Li Şingalê çekdarên DAIŞê êrîşek birin ser sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, pêşmergeyan jî bi tundî bersiva wan dan.
Çavkaniyeke agahdar ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Şingalê ji BasNews re ragihand ku, êvara Îro 5 Gulanê çekdarên DAIŞê êrîşek birin ser sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê li derdora koşka (Simayil Beg) li nava bajarê Şingalê, lê belê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşa wan têk şikandin.
Herwiha wê çavkaniyê eşkere jî kir: “Di encamê bersivdayîna Pêşmergede 18 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ”