Rojava News: Li Hasekî Rêxistina terorîstî DAİŞê li ser hin herêmên ku kurd lê dijîn dest bi topbarana hawana kir, gelek hemwelatî ji ber roketan mal û warê xwe bi cî hêlan.
Ji nava Hesekê çawkaniyek bi teybet di derbarê topbarana îro de agahî dan Radyo Rojava news û got; îro çerşembê (06- 05 2015) Rêxistina teröristî ji gelek aliya de dest bi topbaranê bi ser heremê ku Kurd lê dijîn kir, û gelek welatî dilerevkî bûn û malê xwe bi cî dihêlin.
Hemandemê got: 7 topê hawanê ketine kolana Muftî , Nasra, Salihiyê, Tel Hecer û Kelasê, heta niha 7 welatiyê Kurd birîndarbûn.
Çawkaniya Teybet got; Hejmareke mezin gele Hesekî ji ber topbarana bi her alî ve yê hawanê malê xwe bi hiştin, hineka jî xwe spartin ciyê bi star da rastî roketa neyên.
Li gor wê çawkaniyê otomobîleke bomberejkirî li ser xala kontrolê ya YPG li kolana Nasîre xwe teqand lê di derbarê encamê wê de hê tiştek nayê zanîn.
Li gor heman çawkaniyê piştî topbaranê DAİŞ derbasî Kulliya Zîraî ya Hesekî bûye.
Li gor hatiye zanîn gelek welatî jî ne karin birevin û di malê xwede asê mane. Xetê telefona jî nayên bi karanîn ji ber ku qut bûne.
Heta niha jî topbarana DAİŞê ji çend aliyande bi ser herêmên Hesekî berdewame.