Print this page

Ferhenga terimên matematîka kurdî derket

Rojava News: Li Amedê 2 mamosteyên matematîkê Dilawer Zeraq û Mem Wenda, yekemîn ferhenga Terimên Matematîka Kurdî derxistin.

 

Her 2 mamoste jî di we baweriyê de ne ku mantıqa zimanê kurdî ya matematîkê ne kêmî zimanên pêşketî ne. Ji ber ku li Tirkiyeyê hêj perwerdehiya bi zimanê kurdî qedexe ye, mamoste dixwazin ev pirtûk ji bo pêşeroja kurdî bibe bingehek.

 

Weşanger jî dibêjin bi hezaran mamosteyên kurd ku matematîkê bi tirkî hîne zarokan dikin, dikarin ji vê ferhengê sûdê werbigirin.

 

Di ferhengê de wateya heman peyvan digel kurdî, bi fransi, îngîlîzî, almanî û tirkî ji heye. Ferheng ji 374 rûpelan pêk tê.a