Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, piştî şerê li dijî DAIŞê bi dawî were, wê referandûm li ser daxwaza xelkên Kurdistanê ji bo serxwebûn bê li darxistin.
Di encama panêla ku bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navenda “Lêkolîneyên Etlentîk” li Amerîka geriyabû, Barzanî di bersiva pirsekê de ragihand ku: “Niha Herêma Kurdistanê li dijî çekdarên DAIŞê di şer deye û hîna şer berdewame, lê belê razîbûna Perlementoya Kurdistanê û Komîsyona Helbijartina Herêma Kurdistanê qonaxa yekemîne ji bo referandûmê ye”
Herwiha Barzanî ew jî tekez kir ku, piştî ku şer bi dawî bê divê ku ew derfet ji bo xelkê Kurdistanê bê dan, da ku daxwazên wan bên naskirin ka ew çi divên? Û got jî: “Piştî şer bi dawî bibe wê referandûm bê kirin û em dê wê demê pêwîstî bi alîkariyê jî bin”