Rojava News: Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku ew çekdarê DAIŞê yê ku piraniya teqîn û êrişên Hewlêr û Kerkûk bi fermana wî hatibûn kirin, hat girtin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku çekdarê DAIŞê yê bi navê “Rehd Hadî Lifte Husên” bi navê kod “Ebdilmecîd” duh (6ê Gulanê) li parêzgeha Kerkûkê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di operasyona girtina wî çekdarê DAIŞê de ku piraniya êriş û teqînên Hewlêr û Kerkûkê bi ferman û berpirstiya wî hatine kirin, hêzên antî-terorê yên Encumena Asayişê û yekîneyên asayşê yên Hewlêr û Kerkûkê beşdar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, Ebidlmecîd li gorî îfadeyên wan kom û kesên ku vê dawiyê hatibûn girtin, hatiye girtin.
Di daxuyaniya Encumena Asayişê de her wiha hatiye eşkerekirin ku Ebdilmecîd fermana teqînên Hewlêrê yên ku rojên 23ê Tebaxa 2014, 19ê Mijdara 2014 û 14ê Nîsana 2015ê çêbibûn, jî daye.
Li gorî agahiyên Encumena Asayişê, Rehd Hadî Lifte Husên, ku di nav DAIŞê de berpirsê herêma Kerkûkê bû, sala 2006ê tevlî koma terorîstî ya bi navê “Ketaêb Sewre el Işrîn” bûye û sala 2008ê jî çûye nav DAIŞê.
Tê zanîn, herî dawî roja 17ê Nîsana îsal li nêzîkî Konsulxaneya Amerîkayê li devera Enkawe ya Hewlêrê teqînek çêbibû. 5 kes ji ber wê teqînê hatibûn girtin ku 4 jê kurd bûn.
Wan tohmetbaran di îfadeyên xwe de ku li ser televîzyonê hat pexşkirin, gotibûn ku kesekî bi navê Ebdilmecîd fermana wê teqînê daye.