Print this page

Keçek Kurd bûye firokvan

 

Rojava News: Keçek Kurd bawernameya firokvaniyê li welatê Danîmark`ê bi dest aniye.

 

Wertê Ebo Bekir Elî keça firokvan ya Kurd 5 salan li welatê Danîmark`ê beşê firokvanî xwendiye.

 

Wertê Ebo Bekir Elî gotiye: Bi min xweşe ku, ez li Kurdistan`ê kar bikim û bi Kurdî di firokê de gotûbêjan bikim û bi xêrhatina rêwiyan bikim.

 

Wertê Ebo Bekir Elî dazanîn ku, Ew dixwaze firokvaniya serbazî jî bixwîne daku bi rêya fêrbûna firokvaniya serbazî hevkariya wekatê xwe û birayên xwe yên Pêşmerge bike.

 

Wertê Ebo Bekir Elî sala 1991`an ji dayî bûye, li welatê Danîmark`ê firokvanî xwendiye.