Rojava News: Biryare li 4 bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandên piştgiriyê ji Mehabadiyan re birêve biçin, ew jî piştî nivêja Înê ye.
7ê Gulanê, li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê li ser şehîdkirina neheqî ya keçeke kurd “Ferînaz Xusrewî” ya wî bajarî berdewam bûn, hejmarek welatî jî ji aliyê hêzên Îranî ve bûne qurbanî.
Li gor zanyariyan demjimêr 20:00 şeva borî, li her du bajarên Şino û Bokan yên Kurdistanî, welatiyên kurd hewla xwepêşandanê dan û dixwestin xwe bighînin bajarê Mehbadê, lê ji aliyê hêzên ewlehî yên îranî ve rêgirî li wan hat kirin.
Li her dergehên bajarê Mehabad, ku bajarê Şino û Bokan in, bazgehên pişkinînê ên hêzên polîs hatin danîn p her otombîlek ku tabloya wê ya Şino û Bokan bû, rêgirî li dihat kirin.
Tevî rêgiriya hêzên ewlekariyê, hejmarek welatiyên bajarên din ên Kurdistanê karîn xwe bighînin nav xwepêşanderên Mehabadê.
Zanyarî amaje bi wê yekê dikin ku, di bûyerên şeva borî yên Mehabadê de, “18” kes birîndar bûn û “2“ şehîd hebûn.
Biryare îro, 8ê Gulanê, jî piştî nivêja bikom, xelkên bajarên Şino, Pîranşar, Merîwan û Bokan birijine ser cadeyan û piştgiriya xwe bo Mehabadê bînin ziman.
Di bûyera destdirêjiya ser Ferînaz û mirina wê ya biguman, heta niha gelek çîrok derketine û tu berpirsekî siyasî û dadwerî li Mehabadê heta niha ti daxuyaniyek nedane, herwiha ti zanyariyek jî bi awayekî fermî ranegihandine.
Ferînaz Xusrewî (26 salî) û helgira bawernameya kompyuterê ye, keçeke bajarê Mehabadê bû û li hotêla bi navê Tara kar dikir, roja Çarşemê, 6ê Gulanê, ji tirsa ku ji aliyê kesekî wî bajarî ve destdirêjî li ser bê kirin, xwe ji nihoma 4an a hotêlê ve avêt xwarê û di encamê de cam ji desta.