Rojava News: Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, ji bo piştevaniya xwepêşandana Mehabadê çalakiyek hat lidarxistin.
8ê gulanê li Amedê, bi beşdarbûna hevserokên Şaredariya Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nûnerên saziyên sivîl û hinek partiyên siyasî bûyerên bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Beşdarên çalakiya Amedê piştevaniya xwe jî ji bo xwepêşanderên Mehabadê anîn ziman.
Di çalakiyê de Gultan Kişanak daxuyaniyek da û got, Îran her roj komek kurd bi hêceta ku dixwazin bi ziman û kultura xwe bjîn, îdam dike. Ew zihniyeta ku îro Ferînaz daye kuştin heman ew zihniyeta ye ku kurdan îdam dike.
Kişanak anî ziman ku xelkê Mehabadê pir hêrs bûye, divê rêjîma Îranê jî vê yekê baş fêm bike. Divê demildest sebebkarên bûyera Mehabadê bên dîtin û radestî dadgehê bên kirin.
Di çalakiya Amedê de jinan pankarên ku li ser “Îran dijminê jinan e” û “parastina cewherî rewa ye” hildabûn.
Piştî ku hat zanîn karmenda Hotêl Tara ya Mehabadê, Ferînax Xusrewanî ji tirsa destdirêjiyê xwe ji qata çaremîn a hotêlê de avêtiye xwarê û can daye, welatiyên Mehabadê xwepêşandanek girseyî li dar xistin û ew bûyer protesto kirin.
Li gorî agahiyan, aloziyên Mehabadê hêjî didomin.