Print this page

ENKSê piştevaniya Mehabadê ragihand

Rojava News: Nûnergeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê bûyera şehîdkirina keça kurd ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê “Ferînaz Xusrewanî” bi tundî şermezarkirin, her wiha bikarnîna hêzê ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê li dijî xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Nûnergeha ENKS li Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku “Rejîma tirsonek wê nikaribe dengê gelê kurd û gelên îranî yên daxwaza azadî û rûmetê dikin, bigire, wek çawa hevpeyamana wê ya Besî li Sûriyê, ku li ber ketinê ye, şikest.”