Rojava News: Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge yên li bajarokê Şingalê kirin lê êrişa wan hat şikandin.
Îşev li Şingalê şerekî giran derket. Li ser wî şerî, fermandeyê Pêşmerge Izedîn Seidûn Sindî got, îşev saet 8:15 çekdarên DAIŞê ji koşka Îsmaîl Beg li nav Şingalê êrişî Pêşmerge kirin.
Izedîn Sindî her wiha diyar kir, lê êrişa wan ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin û da zanîn, piştî ku şer derket balafirên şer jî hatin alîkariya Pêşmerge û û êrişa DAIŞê hat şikandin.
Wî fermandeyê Pêşmerge li ser kuştiyên DAIŞê jî got, ji ber ku hewa tarî bû nehat zanîn ka çend kes ji wan hatine kuştin lê bêguman derbên giran li wan ketiye.