Print this page

41.Salroja bidarvekirina Leyla Qasim hate bibîranîn

Rojava News: Kesayeta siyasî û rojnamevan Leyla Qasim roja 27 Çile (Kanun ya Duyemîn) ya sala 1952`an li bajarê Xaneqîn`ê ji dayîk bûye.

 

Leyla Qasim xwendina xwe ya Seretayî û Navîn li wê bajarî bi dawî kiriye û bavê wê jî di Pazîngeha Neftê ya bajarê Xaneqîn`ê de kar dikir.

 

Di salên heftêyan de di nava Partî Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK) de karê siyasî kir.

 

Di sala 1971`an de Leyla Qasim xwendina xwe ya zanîngehê li Kolîjeya Wêje ya Zanîngeha Bexdad`ê di besê Sosylojî (Civaknasiyê) de xwend.

 

Roja 29 Nîsan ya sala 1974`an jiber xebat û çalakiyên siyasî ya Leyla Qasim û hevalên wê  Hikûmeta Îraq`ê ew û dergistiya wê û çend hevalên wê desteserkirin û pistî  dadgehkirina wan roja 12 Gulan ya sala 1974`an de hatin bidarvekirin.