Print this page

“Obama: Dostekî din ê Amerîka mîna kurdan tine”

Rojava News: Alîkarê Serwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî got, Serokê Amerîkayê Barack Obama gotiye li Iraq û Rojhilata Navîn dostekî din ê Amerîka yê mîna kurdan tine.

 

Qubat Talebanî di civîna doh  ya Encumena Wezîran de li ser serdana Barzanî ya Amarîka agahî da ku Serok Obama gellek pesnê Pêşmege daye û gotiye, li Iraq û Rojhilata Navîn de dostekî din ê Amerîka yê mîna kurdan tine.

 

Talebanî eşkere kir ku siyaseta Amerîka li hemberî Kurdistanê pir hatiye guhertin wiha got:

 

“Di vê serdanê de Serok Herêma Kurdistanê deriyekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê vekir. Ew pêşwaziya ku li Amerîkayê li Barzanî û şanda pê re hat kirin li ti serokê herêmeke federal yan jî serokê kantonekî nehatiye kirin.”

 

Barzanî 3ê Gulanê çûbû Amerîkayê û bi Obama û Cigirê wî Joe Biden re hevdîtinek pêk anîbû.